Şanda Kurdistanê 2 zarokên wendabûyî yên êzdî ji Enqerê vegerandin Kurdistanê

Şanda Kurdistanê 2 zarokên wendabûyî yên êzdî ji Enqerê vegerandin Kurdistanê

Piştî çendîn salên veqetandina ji malbat û kesukarên xwe, îro roja înê 04/09/2020 2 zarokên êzdî ku xûşk û birane û DAIŞê revandibûn, li gel şanda Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li serdana xwe ya Enqerê, vegerandin Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê radestî kesukarên wan kirin.

Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdî ya ser bi Nivîsîngeha Serok Nêçîrvan Barzanî, nêzîkî zêdetirê sê sale kar li ser keys û dosyeya van du zarokên êzdî dike û piştî hewleke zêde û bi hevkariya xêrxwazan û aliyên peywendîdarên Hikûmeta Tirkiye, karîn peyda bikin û piştî temamkirina rêkarên wan yên yasayî, vegerênin Herêma Kurdistanê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Nivîsîngeha Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hewl û keda wan hemûyan dike ku li vê babetê da hevkar bûn, her wiha spasî aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiye dike ku yarmetîder bûn li pêkanîna muameleyên fermî û zû birêkirina rêkarekan bi awayek ku îro karîn vegerênin Herêma Kurdistanê.

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?