Şanda Eniya Aştî û Azadiyê ya Rojava bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re dicive

.

Hat diyarkirin ku çav li rê ye îro 11ê Mijdarê şandeke Eniya Aştî û Azadiyê ya ENKS pêşengiya wê dike, li Enqerê bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re bicive.

Li gorî zanyariyan Eniya Aştî û Azadiyê îro gihîştiye Enqerê û tê çaverêkirin derbarê pêşhatên dawî yên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de bi şandeke Wezareta Derve ya Tirkiyê re bicive.

Di şanda Eniya Aştî û Azadiyê de ji ENKSê Mihemed Îsmaîl û Feysel Oso, ji Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Gebriyêl Muşê û Dawûd Dawûd û ji Teyar El Xed  jî Emîr Dendel û Wasif El Zaîd cî digirin.

Eniya Aştî û Azadiyê 28ê Tîrmeha îsal li bajarê Qamişlo, bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî) û Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt hatibû damezirandin.

Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî ye ku di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî li Sûriyê ava bikin de hatiye pêkanîn.

Eniya Aştî û Azadiyê li gor armancên ji xwe re danîne, hewl dide diyalog û danûstandinê bi hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re bike û bi arasteya bidawîanîna êş û azarên Sûriyan, bi riya çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî, pêwendiyê bi aliyên herêmî û navdewletî re dike.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?