Şanda Brîtanî serdana Rojava kir û zaroka 4 salî ya Brîtanî jî wergirt

Şandeke Birîtanyayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi rayedarên Rêveberiya Xweser hedtîn pêk anî.

Şanda Brîtanî ya bi seroktiya Berdevekê Taybet ê Birîtanyayê bo Sûriyê Martin Longden, ji ser Başûrê Kurdistanê bi rêya Deriyê Sêmalka-Pêşabûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ji aliyê hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve, Seroka Desteya Jinê û Rêveberiya Dergeha Sêmalkayê ve hat pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku şanda Brîtanî bi rayedarên Rêveberiya Xweser re li Qamişloyê civînek li dar xist ku tê de mijarên şerê li dijî DAIŞê, dozên siyasî û vîrusa koronayê hat guftûgokirin.

Hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Omer derbarê civînê de ragihand, “Ev serdaneke girîng e û nexasim Brîtaniya endameke hevpeymaniya li dijî DAIŞê ye.”

Omer got, “Wan li ser çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara NY ya 2254 û bi beşdarbûna hemû pêkhateyan teqez kiriye, ew gelekî bi vê yekê kêfxweş in”

Herwiha hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser zarokeke 4 salî ya Brîtanî ku ligel malbatên DAIŞê bûye jî di vê serdanê de radestî şanda Brîtanî kiriye.

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin