Şam êrîşên Îsraîlî şermezar dike û bang li NY dike ku destêwerdanê bike

.

 Wezareta Derve ya Sûriyeyê êrîşa dronî ya Îsraîlê li gundewarê Şamê, ku yekîneyeke artêşê kir armanc, şermezar kir û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Encûmena Asayîşê kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabin. 

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî û serweriya axa Sûriyeyê ye. Şamê tekez kir ku mafê wê yê rewa heye ku ax û gelê xwe biparêze.

Wezareta Derve herwiha bang li civaka navneteweyî û Encûmena Asayîşê kir ku berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî û exlaqî bi cih bînin û dawî li êrîşên dubarekirî yên Îsraîlê bînin.

Li gorî agahiyan, Îsraîlê êrîşeke din a asmanî li ser herêma El-Kiswe ya li başûrê paytexta Sûriyeyê Şamê pêk anî. Ev êrîş di nava 24 saetan de ya duyemîn bû ku baregehên leşkerî dike armanc.

Roja Sêşemê jî, di encama êrîşên dronî yên Îsraîlê de li bajarê El-Kiswe, ku baregehên Artêşa Sûriyeyê kiribûn armanc, şeş leşker hatibûn kuştin. 

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin