Sala bê Hollanda bo parastina firokexaneya Hewlêrê, 150 pisporên serbazî dişîne Kurdistanê

.

Konsolê giştî yê Hollanda li Herêma Kurdistanê ragihand, sala bê dê 150 pisporên serbazî yên Hollanda bên Herêma Kurdistanê.

Îro di navbera hikûmeta Hollanda û wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Kurdistanê de rêkeftinek bo pêşxistina çandiniyê hat îmzekirin.

Konsolê giştî yê Hollanda, Hans Akerboom di merasima îmzekirina rêkeftinê de got, destpêka sala bê dê 150 pisporên serbazî ji Hollanda bên Herêma Kurdistanê.

Wezareta berevaniya Hollanda beriya niha gotibû, ew pisporên serbazî dê bo parastina firokexaneya Hewlêrê bên Kurdistanê.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?