“Sakli Haç”ê wê 4ê Tebaxê li Stenbolê pêk bê

Belgefîlma "Sakli Haçê" piştî Amedê vê carê dê li Stenbolê were pêşkeşkirin. Galaya ya Stenbolê wê 4ê Tebaxê seet 19:00an li Eywana Cezayîrê bê nîşandan.

Belgefîlma "Sakli Haçê" piştî Amedê vê carê dê li Stenbolê were pêşkeşkirin. Galaya ya Stenbolê wê 4ê Tebaxê seet 19:00an li Eywana Cezayîrê bê nîşandan. 

Film li ser Ermeniyan e ku li navçeya Amedê dijiyan û bi darê zorê bûne misilman. Belgefilm qala çîrokên wan Ermenîyan dike ku ji sala 1915an heta niha li navçeya Egîlê dijîn.

Piştî nîşandana belgefilmî wê bi beşdariya derhêneran guftûgoyek pêk bê. 

Belgefîlma “Sakli Haç”ê (Xaça Veşartî)  yekem car li Navenda Çand û Hûnerê a Amedê hatibû pêşkeşkirin

Derbarê Belgefîlmî de

Rojnameger Altan Sancar û Serhat Temelî derhêneriya belgefilmî kirine. Belgefîlm di derbarê wan Ermeniyan de ye ku bi hezarên wan hatine misilmankirin. Yek ji van mînakan jî li navçeya Egilê bûye.

Di belgefîlmî de behsa bandora qirkirinê a li ser nevî û zarokên ermeniyan hatiye kirin. Belgefîlm, bûyerên 1915an û piştê wî, qirkirin û sirgûnên li derdora Egîlê çêbûne nîşan dide. 

Belgefîlm ji 2 beşa pêk hatiye. Di beşa yekem de qala sala 1915an di ya duyem da jî qala tengasiya nasnameyê, travma û lêgerînê hatiye kirin. 

Derhêneriya Dîmenan rojnameger Şiyar Dîcleyî, kameramaniya wê Sertaç Kayarî kiriye. Hunermend Sasa Serapê jî muzîkên wê amade kiriye. 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê