Rûsya ji Tel Rifatê vekişîya

Hat îdiakirin ku Tirkiyê hêz ji bo sînorê Til Rifetê vediguhezîne û hebûna xwe ya leşkerî zêde dike. Li gorî medya erebî Rûsya hêzên xwe ji Til Rifetê vekişandîye.

Li Til Rifeta ku Rûsya jê vekişiyaye milîşeyên Îranî, hêzên rejîmê û şervanên YPGê lê hene.

Li gorî rêkeftina Moskowa, Tirkiye û Îranê; tê îdiakirin ku ji herêma ku Rûsya vekişiyaye dê hêzên rejîmê û milîşeyên girêdayî Îranê li herêmê bimînin.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn du roj berê li Moskowayê bi mijarê Rojavayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Hêjayî gotinê ye ku ev du hefte ne ku Tirkiyê li Efrînê û deverên din ên di destê Sûriyê da ne, hebûna xwe ya leşkerî û cebilxaneyî zêde dike.

Hat îdiakirin ku Tirkiyê hêz ji bo sînorê Til Rifetê vediguhezîne û hebûna xwe ya leşkerî zêde dike. Li gorî medya erebî Rûsya hêzên xwe ji Til Rifetê vekişandîye.

Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku Tirkiyê hebûna xwe ya li herêmê zêde dike.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?