RÛPELA NÛ BI DÎZAYNEKE NÛ DEST BI WEŞANÊ DIKE

Weşana Rûpela Nû ji vê heftê pê ve bi dîzayneke nû û sîstemeke cuda dest pê dike.

Weke tê zanîn berîya mehekê dewleta tirk sansûr danîbû ser gelek malperên kurdî û Kurdîstanî. Rûpela Nû beşê tirkî jî kete nav vê sansûra dewletê û li Tirkiyeyê adresa beşa tirkî hatibû astengkirin.

Rûpela Nû mecbûr ma adresa xwe ya beşa tirkî biguhere. Di heman demê de me bi guherîna adresê di dîzayna malperê de hem a kurdî û hem jî ya tirkî de hin guherîn çêkirin. 

Hin guhertin di versiyonên mobîl ên Rupela Nû de jî hatin çêkirin.

Guherînên nû yên Rûpela Nû

Adres:
Kurdî: www.rupelanu.com
Tirkî: www.rupelanu.org

Versiyona telefonên mobîl
Bi rêya adresên li jêr hûn dikarin bi telefonên xwe yên mobîl jî xwe bigihîjînin Rûpela Nû
Adres:
Kurdî: www.rupelanu.com
Tirkî: www.rupelanu.org

Versîyonên APP (Android û IOS)

Di heman demê de hûn dikarin bi rêya telefonên xwe yên Mobîl, APPên Rûpela Nû hem kurdî û hem tirkî cuda cuda jî ji GOOGLE PLAY (Telefonên Android) û APP STORE (Iphone) ê li telefonên xwe bar bikin.


Balkêşî: Appên Rûpela Nû ji Google Play û App Store piştî heftîyekê dê bên barkirin

Reklam
Ji vê heftê pê ve di Rûpela Nû beşa tirkî de dê reklam jî bi zimanên cuda bêne weşandin. Ji kerema xwe re reklamên me bitikînin da ku alîkarîya we bigihîje Rûpela Nû.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!