RSF: Sala 2020 50 rojnamevan hatin kuştin

.

Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas (RSF) diyar kir, di sala 2020'an de 50 rojnamevan hatine kuştin. Piraniya wan welatên ku şer lê nîne hatin kuştin.

Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas raporta xwe ya salane belav kir û tê de ragihand, di sala 2020'an de 50 rojnamevan hatine kuştin. Ji 10 rojnamevanan, 7 rojnamevan li welatên ku şer lê nîne, hatine kuştin.

Di raportê de hatiye gotin, ev hejmara kuştiyan, li gor kuştiyên sala 2019an kêm e ji ber ku di wê salê de 53 rojnamevan hatibûn kuştin.

Di raporê de hat diyarkirin, rêjeya kuştina rojnamevanan li herêmên ku şer heye wek welatên (Sûriye, Yemen, Efganistan û Iraqê) kêm dibe. Da zanîn jî, rêjeya kuştina rojnamevanan li wan welatan di sala 2016an de ji sedî 58'an bû, lê îsal daketiye ji sedî 32.

Ji aliyê xwe ve, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand, di sala 2020an de hejmara rojnamevanên girtî li cîhanê zêde bûye.

CPJ her wiha da zanîn, heta 1ê vê mehê herî kêm 274 rojnamevan girtî ne. Ev amar jî ji salên nodî yên sedsala borî ve mezintirîn amar e. Di sala borî de jî herî kêm 250 rojnamevan girtî bûn.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!