‪Romaneke nû ji Enwer Karahan:‬ “Silûk”

.

Romanek ji weşanxaneyeke bi kalîte û nivîskarekî navdar,

ku ji weşanxane û nivîskarên xwedî dewlet ne kêmtir in,

belkî ji hinekan çêtir in jî.

Beşek ji romanê:

“Mîna ku meriv di jiyana xwe ya derbasbûyî û ya vê gavê de her tim bi tena serê xwe jiya be, bêyî ku li tu kar û baran, li çêkirina xwarinê, li şuştina firaxan, li paqijiyê û li cilşuştinê biheyire; serê sibehan qahweya xwe bi xwe çêbike, taştiya xwe bi xwe hazir bike, kulîlkên li ber pencereyê bi xwe av bide û asûgiyên xwe yên derve bi xwe bike; di her serê êvarê de derkeve meşeke bi qederê seetekê, di vegerê de ji firneya kêleka malê nanekî teze bikire, li bin kamelyaya sîteyê rûne û bi deqîqeyan li ezmanê vî bajarê birîndar temaşe bike; di demeke weha de li vî bajarê belangaz vegere ku li her kuçe û sikakên wî lawên bavan bi dev dikevin erdê, jinên li ber welidandinê ji tirsa dengên sîlehan berdavêjin û sêwî bi dawa dêya xwe ve dibin çirçirk; dîwarên bedena kevnare û Minareya Çarling ji guleyên teresan dibe moxil û serad, xwîna lawên bavan li kevirên reşxemilandî dibe herikîna cihokê û bi sedan bisk û gulî bi ser tabûtên fêrizan de tên qutkirin; keç û lawên bavan mîna paşmêlkan di sikakên çivîkî de li rêya revê digerin û xwe davêjên bextên welatên dûr, hemû mal û milkên vî miletê perîşan ji terefê faziqan de desteser dibin û rojê bi dehan keç û lawên bavan di qefes û lelekên bêbavan de bi zikkişkê diherin kurahiya zindanên zaliman; di vê dema ku dê weledê xwe avêtiye, tu di vî hundirî de çi dikî?”

Silûk

Enwer Karahan

Weşanxaneya AVESTA

ISBN: 978-605-2246-38-3

19.5×13, 176 rûpel

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!