Rojnameya The Times: Amerîka dixwaze bi valakirina Încîrlikê Erdogan siza bide!

Rojnameyeka navdar ya cîhanî dibêje, Amerîka dixwaze amûrên xwe yên serbazî ji baregeha serbazî ya Încîrlika Tirkiyê veguheze Yûnanistanê û Erdogan siza bide.

Rojnameya Brîtanî ya "The Times" eşkere kir ku Amerîka pilan dike amûrên xwe yên serbazî ji baregeha xwe ya serekî li Tirkiyê, Încîrlikê veguhêze girava Girîtê ya Yûnanistanê, da ku Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji ber kiryarên wî yên dawî "siza" bide.

Li gorî rojnameyê, Wezîrê Derve Amerîkayê Mike Pompeo dê di serdana xwe ya vê hefteyê de bo Yûnanîstan, pêşnûmeya veguhastina amûrên sereke yên şer ên Amerîkayê, ji baregeha Hewayî ya Încîrlikê, bo girava Girîtê ya Yûnanistanê binirxîne.

Li gorî "The Times", serdana Pompeo ya Yûnanîstanê wekî nîşanek bêsebiriya Amerîka li hember provakasyonên dubare yên Serkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, bi taybetî israra wî di kirrîna sîstemên dijî-balafirên S-400 yên Rûsî de ye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?