Rojhilatê Kurdistanê hejiya!

Erdhej li parêzgeha Kirmaşahê û nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê çêbû.

Erdhej li parêzgeha Kirmaşanê û nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê çêbû.

Li herdu navçeyên Qesrî Şîrîn û Serpêla Zehawê yên ser bi Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve erdhejek bi hêza 4.4 pileyên Rîxterê çêbû û li Başûrê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hate kirin.

 

Rêveberê Giştî yê Keşnasî û Erdhejên Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand ku demjimêr 11:47 şeva bihorî erdhejek bi ‎hêza 4.4 pile li Rojhilatê Kurdistanê û nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê çêbû û li Germiyan û Silêmaniyê jî hest bi erdhejê hate kirin.

 

‎Fazil Îbrahîm diyar kir, erdhej li nêzîkî herdu navçeyên Qesrî Şîrîn û ‎Serpêla Zehaw ên ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve çêbûye û got: "Cihê herî nêzîk ê erdhejê li Başûrê Kurdistanê ‎bajarê Xaneqînê bû ku 28 kîlometreyan dûrî wê derê ye û welatiyên Germiyan û Silêmaniyê bi asanî hest pê ‎kirine."

‎

Rêveberê Giştî yê Keşnasî û Erdhejên Herêma Kurdistanê, behsa wê yekê jî kir ku kûrahiya erdhejê li ‎navenda zeviyê 13 kîlometre bûye û got: “Li Başûrê Kurdistanê ji ber erdhejî ti ‎zerarek nebûye.”

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?