Rojhilat – Li Selmasê kolberekî kurd ji aliyê pasdaran ve hat kuştin

.

Li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî pasdarên Îranê li deverên sînorî yên bajarê Selmasê kolberekî kurd di dema kolberiyê de kuştin.

Li gorî agahiyan, kolberê han bi navê Ferzad Sedozade (41 salî) li nêzîkî gundê Kozereş yê Selmasê hatiye kuştin.

Kolberê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Kozereş û bavê du zarokan bûye.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?