Rojhilat- Kolberekî kurd hat kuştin

Rojhilat- Kolberekî kurd hat kuştin

Li sînorê bajarokê Çaldiran a ser bi parêzgeha Urmiyê û li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ji aliyê Spaya Pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Îro roja yekşwmê 18.10.2020an Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê belav kiriye, hêzên Îranê li bilindahiyên sînorê bajarê Çaldiranê teqe li hejmarek ji kolberên kurd kiriye û di encamê de kolberek bi navê Emîn Şems hatiye kuştin.

Herwih ligor raporta Hengawê, Emîn Şems xelkê gundê Mele Hesen ê ser bi qezaya Makoyê ye û êvara roja şemiyê li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

 Di beşeka din a raportê de hatiye ragihandin ku ew kolberê kurd zewicî bûye û bavê zarokekî bûye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?