Rojhilat – Di salekê de 104 jinan xwe kuştine û 21 jin jî hatine kuştin

.

Di heyama salekê de li Rojhilatê Kurdistanê 104 keç û jinan xwe kuştine û 21 jin jî hatine kuştin.

Duhî, 25 Mijdarê roja nehîştina tundiyê li dijî jinan bû. Malpera mafên mirov ya Hengaw bi vê helkeftê amara kuştin û binpêkirina mafên jinan belav kir.

Li gorî wê raportê, ji 25 Mijdara par heta 25 Mijdara îsal, herî kêm 21 jin û keçên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.

Ji wan jinên ku hatine kuştin, 3 jin li ser şeref û namûsê hatine kuştin.

Li gorî heman jêderê, di heyama salekê de 104 jin û keçên kurd jî xwe kuştine û dawî bi jiyana xwe anîne.

25 kes ji wan jin û keçên ku xwe kuştine, di bin 18 salî de bûne.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?