Rojên Wêjeya Kurdî bi dawî bû

Wêjeya Kurdî ku 5 rojan bi guhdarkirina helbestan, nîşandana fîlman û panelan hat birêvebirin bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan- Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ya ji alîyê Şaredarîya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sena Êlihê, Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto ve 5 rojan hat birêvebirin bi dawî bû. Bernameya Rojên Wêjeyê li Navenda Çandê ya Ahmet Guneştekîn pêk hat û encama pêşbirka helbest û çîrokan a ji bo xwendekaran pêk hat hatin eşkerekirin. 

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, helbestvan Berken Bereh û nivîskar Selîm Temo û nivîskarên din xelata 10 xwendekarên ketin rêza ewil dan wan. 

 

‘ARMANCA ME PÊŞXISTINA ZIMANÊ KURDÎ YE’ 

 

Di dawîya bernameyê de Midurê Çandê yê Şaredarîya Êlihê Ahmet Ogurlu axivî û da zanîn ku piştî demek dirêj ev Rojên Wêjeya Kurdî pêk hat û bêrîkirinek di vî warî de bi dawî bû û got: “Ji niha şûn ve jî daxwaza me ew e ku bêyî ku navberên dirêj bikevin navberê mihrîcan her sal bi awayek rêkûpêk bê lidarxistin. Em malovanîya her kesê ku keda wan derbas bûye dikin. Armanca me ew e em zimanê kurdî li pêş bixin û bidin jîyîn. Dê ji bo vê pêşketinê jî çalakî û şahîyên me çandî û hunerî dewam bikin.” 

Helbestvan Berken Bereh mêvanê rûmetê yê Rojên Wêjeya Kurdî bû û roja ewil a bernameyê bi Şeva Rêzgirtinê ya ji bo Bereh hatibû lidarxistin û dest pê kiribû.

Bername bi kişandina wêneyê komî yê Rojên Wêjeyê bi dawî bû. 

 

Ajansa Mezopotamya

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)