Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kir

Li Amedê 3yem Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê îsal, bi temaya ‘Dahatûya Pêjnkar’, bi beşdariya gelek nivîskar, helbestvan û nîqaşên cihereng dest pê kir.

Bernamê bi axaftina Abdulla Pêşew û Gunduz Vassafî do dest pê kir. Biryar e bername di navbera 25ê Îlonê û 31ê Cotmehê de pêk were. 

Bername bi hevkariya Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê û bi piştevaniya Qadên ji bo Çandê li dar dikeve.

Rojên Berawirdî yên Amedê, roja Înê ya 25ê Îlonê, di saet 20.00ê de bi axavtinên Abdulla Peşêw û Gunduz Vassafî dest pê kir.  

Abdullah Peşêw bi helbestên xwe yên bi temaya azadî bûye yek ji navên girîng yê wêjeya Kurdî û Gunduz Vassaf jî bi wan xebatên xwe yên ranêzikiyên cuda ji bo çand, dîrok û jîyana civakî nîşan dide tê nasîn. 

Bavê Nazê, mêvanê rûmetê yê bernameya îsal e, ku jiyana xwe daye wêjeya Kurdî û berhemên wî ji bo gelek zimanan hatine wergerandin.

Îro 26ê Îlonê û di bernameya bi navê “Cîhana Bavê Nazê: Rasteqînî û Jê Wêdetir” de, dê gengeşe li ser dinyaya berhemên nivîskar bê kirin. Û çalakiya îsal, bi tevkariya gelek nivîskarên ji ziman û cografyayên cuda, wê qadeke gengeşe û hizirînê ava bike.

Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê, roja şemiyê ya 31ê meha Cotmehê, bi axaftina Bavê Nazê wê bi dawî dibe.

Ji ber şewba Korona îsal wê bername bi awayekî online pêk were û hemû çalakî li ser kanala Youtube ya Wêjegeh Amedê tê weşandin.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!