Rojavayê Kurdistanê.. Hejmara pêketiyên Koronayê 2 hezar kes derbas kir

Rojavayê Kurdistanê.. Hejmara pêketiyên Koronayê 2 hezar kes derbas kir

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 48 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên bûrî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 2kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Ew jin û mêrek ji Til Temirê ne.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî, 48 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Haletên hatine tomarkirin: 22 kes li Reqayê, 14 kes li Kobaniyê, 6 kes li Minbicê, 2 kes li Tebqa, 2 kes li Qamişlo, 2 kes Dirbêsiyê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 3 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2046 kesan, ji wan 516 kes baş bûne û 73 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin