Rojava | 10 leşkerên zarok bo malbatên wan hatin radestkirin

.

Nivîsgeha Parastina Zarokan ragihand ku piştî giliyên welatiyan ên derbarê biçekkirina zarokên wan, heta niha 10 zarok ji bo malên wan hatine vegerandin.

Hevserokên Nivîsgeha Parastina Zarokan li Qamişlo Mîdya Nesredîn û Husên El Elî îro Duşemê li bajarê Qamişlo li ser mijarê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan li Qamişlo Mîdya Nesredîn ragihand, ji dema vekirina nivîsgeha wan heta niha nêzîkî 50 gilîname ji aliyê welatiyan ve li ser biçekkirina zarokan gihîştine nivîsgeha wan ku 16 gilîname ji welatiyên bajarê Qamişlo ne.

Mîdya Nesredîn diyar kir, ji wê hejmara gilîyan, heta niha 10 zarokên hatibûn biçekkirin, ji bo malên wan hatine vegerandin, ji wan jî 4 zarok li Qamişlo ne.

19 Tîrmeha 2019an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi Netewên Yekbûyî re protokola bidawîkirina tevlîkirina zarokên di bin temenê 18 saliyê de bo leşkeriyê îmze kiribû.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê