Roja duşemê bi amadebûna Serokwezîr Parlamentoya Kurdistanê dicive

Roja duşemê bi amadebûna Serokwezîr Parlamentoya Kurdistanê dicive

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, roja Duşemê 05.10.2020an, weke bernameya karê rûniştina 8a ya asayî ya demsala payîzê destnîşan kir û civîn dê wê rojê pêk bê.

Li gor zanyariyan, di bernameya roja duşemê de, rûniştin wê di saet 10:00an de destpê bike û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talabanî û Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab dê civînê de amade bin.

Mijarên civînê jî wİha ne;

1 – Pêngavên bicîhanîna proseya çaksaziyê di kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Bi taybet pêngavên bicîhanîna yasaya çaksaziyê di mûçe û hebûn û bexşîn û îmtiyaz û malnişînê li Herêma Kurdistan – Iraqê. Hejmara 2 sala 2020

2 – Rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û dabeşkirina mûçeyan

3 -  Danûstandinên li gel Hikûmeta Iraqa Federal.

4 – Rewşa navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

5 – Ziyan û pêngavên tekoşîna hember vîrusa Koronayê.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?