Risteyên Başûr li Stenbolê pekiyan

.

Di çarçoveya bernameyeke taybet de 3 şairên ji Başûrê Kurdistanê li Stenbolê bi xwînêrên xwe ve hatin ba hev û bernameyeke helbestê lidar xistin.

Mueyed Teyîb, Te’let Tahîr û Kejal Ehmed ku hersê jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne û li her çar perçeyên Kurdistanê jî naskirîne û kitêbên wan bo zimanên cuda hatine wergerandin li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê bi heazkiriyên helbesta Kurdî ve li hev kom bûn.

Bernameya ku ji hêla Kovara Kurdistan Chronickle, Weqfa Beşîkçî û Weşanxaneya Avesta ve hate amadekirin de moderatoriya bernameyê Osman Mihemed kir. Hejmareke zêde ya xelkê eleqe pê da û li salonê cih nema.

Niviskar Jan Dost, Îsmaîl Beşîkçî, Gerînendeyê Nubiharê Dilêman Çevîk, gerînendeyê Avesta Abdullah Keskîn gelek mêvanên din ên ji her çar perçeyên Kurdistanê jî amade bûn.

Teyib, Ehmed û Tehîr helbestên xwe xwendin û pişt re jî şiîrên wan bi kursî û tirkî jî hatin wergerandin.

Piştî bernameyê jî hersê şairan kitêbên xwe îmze kirin

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir