Rêxistinên sivîl bertek nîşanî girtina Dr. Gokalp dan

.

Li Amedê rêxistinên mafê mirovan bertek nîşanî girtina Endamê Rûmetê yê TTB’ê Dr. Şeyhmus Gokalp dan û banga demildest a telafîkirina bêhiqûqiyê hat kirin.

Odeya Bijîşkan a Amedê, Baroya medê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Nûnertiya Amedê û Înîsiyatîfa Maf têkildarî girtina Endamê Desteya Rûmetê ya Yekîtiya Bîjîşkên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmus Gokalp civîna çapemeniyê li dar xistin û bertek nîşan dan.

Van rêxistinên mafê mirovan li Odeya Bijîşkan a Amedê civîn li dar xistin û daxuyaniya hevpar Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Tûran xwend û destnîşan kir ku di şertên pandemiyê ku bi xetere ye de binçavkirin û girtin nayên qebûlkirin. Tûran destnîşan kir ku endamê wan ê rûmetê Dr. Şehymus Gokalp di encama îfadeyên derew û hêcetên pûç de hatiye girtin. Tûran anî ziman ku girtina Gokalp wek parçeyek berdewamiya êrişên li ser rêxistinên meslekî nirxand û operasyonên ku tên birêvebirin di heman demê de li dijî TTB’ê û rêxistinên civakî yên sivîl in. Tûran xwest ku demildest Dr. Gokalp were berdan banga demildest a telafîkirina bêhiqûqiyê hat kirin.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn jî di civînê de axivîn û diyar kirin ku ji van operasyon û girtinên tên kirin re gotina “bêhiqûqiye” kêm dimîne û xwestin demildest dawî li vê şerma binçavkirin û girtinê were anîn.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?