Rêxistina Mafên Mirov: Dibistanên Efrînê bûne navendên komkirina çekdaran

Rêxistina Mafên Mirov: Dibistanên Efrînê bûne navendên komkirina çekdaran

Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn-Sûriyê ragihand ku, artêşa Tirkiyê dibistanên Efrînê veguherandine navendên komkirina çekdarên Sûriyê ji bo veguhastina wan bo Lîbya û Azerbaycanê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo, ragihand ku, artêşa Tirkiyê dibistanên Efrînê veguherandine navendên komkirin û perwerdekirina çekdarên Sûriyê da ku wan ji bo şer veguhêze Lîbya û Azerbaycanê.

Şêxo dazanîn ku, dibistana Emîr Gabarî ya amedeyî û dibistana Ezhar Efrîn yên li navenda bajarê Efrînê ku her dû niha weke navendên Îstîxbarata Tirkiyê MÎT ne, bûne navendên navendên komkirin û perwerdekirina çekdarên Sûriyê da ku wan ji bo şer veguhezîne Lîbaya û Ezerbêcanê.

Şêxo herwiha diyar kir ku, li gor agahiyên ku wan ji çavkaniyên xwe yên taybet wergirtine, ji çekdarên grûpa Cebhet Elşamiyê nêzîkî 370 çekdar di şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hatine kuştin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 18ê Adara 2018an di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

Aloziyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê ku ji meha Tîrmeha îsal ve ber bi zêdebûnê ve çûn, bi şerê ku roja Yekşemê 27ê Îlona 2020ê li herêma Nagorno-Karabaxê destpê kir, gehiştin lutkeyê.

Bi destpêkirina şerê Azerbaycan û Ermenistanê li Qerebaxê, Tirkiye bi şandina çekdarên Sûrî bo piştevaniya Azerbaycanê hat tohmetbarkirin.

Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan duh di gotarekê de behsa wî şerî kiribû û gotibû ew dê bi hemû şiyan û derfetên xwe piştevaniya Azerbaycanê bikin.

Herwiha Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron berî du rojan ragihandibû ku zanyariyên piştrastkirî di destê wan de hene ku komên cîhadî ji Sûriyê çûne parêzgeha Dîlok a Bakurê Kurdistanê û ji wê derê jî bo herêma Qerebaxê hatine veguhestin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê