Rêwîtîya masîyên kefalê dest pê kir

Rêwîtîya dijwar a masîyên kefalê ku li dinyayê bi tenê di Gola Wanê de dijîn û ku di dema xerzdanînê de berevajîyê herikîna avê koçî avên şirîn dikin, dest pê kir.

Navenda Nûçeyan - Masîya Kefalê ku yekane cureyê masî ye ku di Gola Wanê de dijî, di serdema xerzdanînê de koçî avên şêrîn dikin.

Ji bo ku di vê rêwîtîya xwe de masîyê kefalê nebin hedefa masîgirên ku bi qaçaxî nêçîrê dikin, dezgehên eleqedar û hêzên ewlekarîyê li dorûberê golê û li devê çeman tedbîran werdigirin.

Li benda masîyan a li Çemê Delîyê yê li navçeya Erdîşê ku hersal bi hezaran kes diçin dîtina rêwîya dijwar a kefalan, îsal ji ber Covid-19ê bêdengî serdest e.

Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Dr. Mustafa Akkuş dîyar kir ku masîyên kefalê hersal ji bo xerzdanînê koçî çemên ku diherikin golê dikin.

Mustafa Akkuş dîyar kir ku di mehên nîsan û tîrmehê de çem tejî masî dibin û wiha dewam pê de çû: “Ev dîmenên xweş hem ji bo domandina masîgirîya li Gola Wanê û hem jî ji bo geşedana geştyarîya li herêma me gelekî girîng in.”

Akkuş destnîşan kir ku par di betlaneya Cejna Remezanê de 110 hezar kesan serdana herêma wan kirîye.

Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil  herwiha bal kişand ku îsal ji ber Covîd-19ê serdem bêdeng derbas dibe û piştî ku vîrus xilas bibe, dîsa bi hezaran kes ji bo dîtina wê koçê dê herin herêmê.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!