Rêveberiya Xweser: Metirsiya komkujiyê heye, nexweşxane tê bombebarankirin

.

Rêveberiya Xweser bangeke lezgîn belav kir û hişyarî da ku Nexweşxaneya Xalid Fecirê ya li taxa Şêx Meqsûdê tê bombebarankirin.

Rêveberiya Xweser ragihand ku metirsiya "qirkirin û komkujiyê" heye û ji roja yekem a êrişan ve Nexweşxaneya Xalid Fecirê ya li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bi awayekî sîstematîk û rasterast tê hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku bombebarankirina nexweşxaneyê wekî saziyeke tenduristiyê ya sivîl, "sûcê şer e û binpêkirina eşkere ya yasayên navneteweyî ye."

Rêveberiyê diyar kir ku ev êriş jiyana nexweş, birîndar û tîmên tenduristiyê dixe metirsiyê û ji ber rawestana xizmetên tenduristiyê tirs heye ku komkujiyên mirovî rû bidin.

Rêveberiya Xweser hişyarî da ku berdewamiya bombebaranê dê bibe sedema karesateke mirovî û tenduristiyê, sivîlan ji mafê dermankirinê bêpar bihêle û hejmara qurbaniyan zêde bike.

Di dawiyê de bangî hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan hat kirin ku demildest destwerdanê bikin, bombebaranê rawestînin û parastina nexweşxaneyê misoger bikin.

Îlham Ehmed: Nexweşxaneya Xalid Fecirê bi zanebûn tê hedefgirtin

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku Nexweşxaneya Xalid Fecirê ya li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bi zanebûn tê hedefgirtin.

Îlham Ehmedê hişyarî da ku bi sedan birîndarên sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di nava wê nexweşxaneyê de ne.

Ehmedê bangî rêxistinên Neteweyên Yekbûyî kir ku demildest destwerdanê bikin da ku birîndaran derxin û rê li ber komkujiya li dijî wan bigirin.

Ehmedê hikûmeta Sûriyeyê wekî berpirsyara yekem a vê rewşê nîşan da.

Siyaset Haberleri

Tom Barrack û Eymen Sefadî: Divê HSD ji Helebê vekişe
Mihemed Sîdo: Pêdiviya koçberên Helebê bi alîkariya lezgîn heye
Wezareta Karên Derve ya Swêdê: Em rewşa Helebê ji nêz ve dişopînin
Parlamenterên Alman: Bêdengiya Berlînê ya li ser Helebê nayê qebûlkirin
Parlamenterê Alman: Colanî û hêzên wî li Sûriyeyê nearamiyê çêdikin