Rêveberiya Xweser ji bo parastina şûnwaran yasayek pesend kir

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina şûnwaran yasayek hat amadekirin û qebûlkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina şûnwaran yasayek hat amadekirin û qebûl kirin.

 

Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê (Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê) li bajarokê Eyn Îsayê kombûnek saz kir.

 

Di wê kombûnê de, Hevserokên Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser, Hevserokê Desteya Çand û Hunerê û endamên Desteya Serokatiyê jî beşdar bûn û reşnivîsa ku derbarê şûnwaran de hatibû amadekirin, hat xwendin û gotûbêj li ser hatin kirin.

 

Piştî gotûbêj, niqaş û pêşniyaran ew projeyasa ji aliyê Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hat pesend kirin.

 

Yasaya parastina şûnwaran ji 58 madeyan pêk tê, erk, desthilat, cezayên bo qaçaxçîtiya şûnwaran û şertên lêgerînê li xwe digire.

 

Ji îro Çarşemê ve ev yasa li seranserê herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de tê cîbicîkirin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?