Rêveberiya Xweser: 150 kes bi Coronayê ketin û 3 kes jî mirin

Rêveberiya Xweser: 150 kes bi Coronayê ketin û 3 kes jî mirin

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di kontrola Rêveberiya Xweser de, di 24 demjimêrên bihorî de 150 pêketiyên nû yên vîrusa Coronayê hatine tomarkirin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, kesên ku canê xwe ji dest dane, 2 ji wan mêr û ji Hesekê û Kobanî ne û jinekê jî li Minbicê jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa daye xuyakirin, ku ji 150 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19, 81 kes mêr û 69 kes jî jin in, ku hejmara herî zêde jî li hersê bajarên Dêrikê bi 31 haletan, Kobanî 24 halet û Qamişlo 23 halet hatiye tomarkirin.

Li gor daxuyaniyê, li Hesekê 17 kes, li Girkê Legê 8, Til Temir 1, Amûdê 2, Tirbespî 2, Kampa Holê 2, Çil Axa 2, Tebqa 11, Minbic 18, Reqa 8 û li Şehba jî kesek bi Coronayê ketine.

Di 24 demjimêrên bihorî de, herwiha 15 kes ji pêketiyên Coronayê li sînorê navçeyên Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li navçeyên Rêveberiya Xweser 3,948 kes bi Coronayê ketine, ku 115 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane û 687 kes ji wan jî baş bûne.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir