Rêveberiya Rojava ji bo 10 rojan qedexeya derketina derve ragihand

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji ber zêdebûna belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) qedexeya derketina derve ya qismî ragihand.

 

Li gorî biryara rêveberiyê wê qedexe roja înê 30yê Cotmehê dest pê bike û heta 8ê Mijdarê berdewam bike.

Biryara Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser wiha ye:

1 - Li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya qismî, heta 10 rojan dê were sepandin. Qedexeya derketina derve ji sibeha roja înê 30-10-2020an dest pê dike û di 8-11-2020an de bi dawî bibe.

2 - Di dema qedexeya derketinê de, hemû bazarên mezin û deverên giştî têne girtin, tenê dikanên bazirganî û kelûpelên xwarin û zebzeyan heta demjimêr 15:00an, vekirî dimînin, karên xwaringeh tenê ji bo pêkanîna daxwazên derve ye.

3 - Ji bilî nimêja înê û yekşema pîroz, li gel pêkanîna tedbîrên tendirustiyê yên xweparastinê, hemû cihên îbadetê têne girtin.

4 - Hemû cûre kombûn weke şahî, konê şînê, civîn û kongre qedexe ne.

5 - Hemû welatî divê li cihên giştî, bazar û navendên fermî li gor biryara 93 ya 16-08-2020an maskan li xwe bikin.

6 - Tevahiya dibistan, zanîngeh, peymangeh û baxçeyên zarokan dê dewam bikin bi şertê ku hemû tedbîrên xweparastinê yên ku Desteya Tenduristiyê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirine werin pêkanîn.

7 - Li hemû saziyên Rêveberiya Xweser rêzgeha parastin, jihevdûrketin, paqijiya kesayetî werin pêkanîn û li gor pêwîstiyan hejmara endaman di saziyan de were kêmkirin.

8 - Hemû nexweşxane, navendên tendirustiyê yên giştî û yên taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane û firin ne di nava qedexeyê de ne.

9 - Li gor biryara bi hejmara 149 a di dîroka 10-10-2020an de ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin tevahiya deriyên sînor dê vekirî bimînin.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!