Rêveberê ofîsa rizgar kirina êzdiyên revandî bû xwediyê xelatekî navnetewî

.

Rêveberê ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Husên Qaidî Êzdî bû xwediyê 17.mîn xelata Sergio Vieira De Mello, ku hersal li Polonyayê ji wan kesan re tê pêşkeş kirin ku bangeşeya mafê mirovan û dialogan de xwedî bandor bûne.

Husên Qaîdî dayîkbûyê parêzgeha Duhokê ye û sala 2014ê ve piştî DAIŞê gelek navçeyên êzdiyan dagir kir, dest bi helmetekî dîtina revandiyên êzdî û rizgar kirin û vegerandina wan bo jiyana asayî kir.

Hikûmeta herêma Kurdistanê jî piştevaniya hewldanên Qaîdî kirin û meha Tebaxa 2014ê ofîsa bi navê rizgar kirina revandiyên êzdî li Duhokê hate ava kirin, ji wê demê ve Husên Qaîdî rêveberê ofîsê ye.

Ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdiyan ser bi hikûmeta herêma Kurdistanê ye, li gor amarên fermî ji 6 hezar û 417 kesên hatine revandin ji aliyê DAIŞ ve heta naha 3 hezar û 537 kes ji DAIŞê hatine rizgar kirin. Herwaha heta naha 2 hezar û 880 êzdî jî bêserûşûn in.

Sergio Vieira De Mello nûnerê Netewên Yekbûyî yê cara yekem li Kosova erk vergirtî û li Kosovayê bingehê aştî û demokrasiyê avêtî kesê herî sereke ye û di dema erka xwe ya li Bexdayê wek nûnerê Netewên Yekbûyî di encama êrîşekî de canê xwe ji dest dabû û her sal bi navê wî xelat tê dabeş kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan