Rêveberê Asayîşa Serzêrê hat şehîdkirin

Beriya  bi demekê bi çekê êrîş li Rêveberê Giştî yê Asayîşa Deriyê Sînorê yê Serzêrê Xazî Elîxan hat kirin û di encama wê êrîşê de Xazî Elîxan şehîd bû.

Berpirsek di Rêveveberê Deriyê Sînorê yê Serzêrê Îrfan Silêman, ji BasNewsê re axivî û ragihand: “îşev li nava gundê Gelîkê teqe li Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Elîxan hat kirin û bi giranî birîndar bû heta ku bo nexweşxaneyê hat şandin li nexweşxaneyê koça dawî kir.”

Herwiha Îrfan Silêman aşkere jî kir Xazî Elîxan bi xwe ji gundê Gelîkê ye û heta niha sedema kuştina wî nayê zanîn.

Herwiha Encûmenî Asayîşa Herêma Kurdistanê jî derbarê şehîdkirina Xazî Elîxan de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de serxweşî li malbata Xazî Elîxan kir.

Herwiha Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihandiye: “Bi xemgînî me bihist ku Berpirsê Gumrika Serzêrê li devera Berwarî Bala Xazî Salih Elîxan ji aliyê destê reş ê terorîstan hatiye şehîdkirin.  Em vê êrîşa tirsokane bi tûndî şermezar dikin û serxweşiya xwe digihînin malbat û heval û dostên Xazî Salih Elîxan. Bêguman ew kesên tawanberê vê êrîşê wê baca wê bidin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye