''Rêkeftina me ya petrolê bi Tirkiyê re, tenê bo veguhestina petrola Kurdistanê ye''  

.

Di derbarê rêkeftina petrolê ya ligel Tirkiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, ew rêkeftina ku bi Tirkiyê re hatiye kirin, tenê bo veguhestina petrolê ye, ne bo firotina wê ye.

Li gor Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil li ser “rêkeftina 50 sale ya petrolê bi Tirkiyê re” ji televîzyona K24 re ragihand, ew rêkeftina ku bi Tirkiyê re hatiye kirin, ne ji bo firotina petrolê ye, tenê bo veguhestina petrola Kurdistanê ye. Petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhan ya Tirkiyê re derbasî bazarên cîhanê dibe.

Demên dawî, hinek alî bi taybet jî parlementerên Kurd yên li Bexdayê neyartiya Kurdistanê dikin, dibêjin, qaşo Hikûmeta Kurdistanê petrola xwe, heta 50 salan firotiye Tirkiyê û dirav jî wergirtiye!

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?