Rejîma Îranê li Sine jineke Kurd bi dar ve kir

.

Rejîma Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, jineke Kurd bi dar ve kir.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê daye zanîn, do di girtîgeha navendî ya bajarê Sine de, girtiya Kurd Zeyneb Xudamuradî (42 salî) ku şêniya bajarokê Qurwe yê Rojhilatê Kurdistanê bû, hat bidarvekirin.

Jina Kurd 5 sal berê bi tohmeta kuştina du zarokan hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Zeyneb Xudamuradî di havîna sala 2015an de, bi tohmeta kuştina zarokê xwe yê sava ya bi navê Mihemed Cewad (12 rojî) û keça zilamê (keçik ji jineka din bûye) xwe ya bi navê Hedîs (7 salî) hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Wê jina Kurd hewl dabû xwe jî bikuje, lê nikarîbû.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê