Rejîma Îranê ji piştê ve li xortê Kurd xist û kuşt

Rejîma Îranê ji piştê ve li xortê Kurd xist û kuşt

Xortekî Kurd yê bi navê Kejwan Elmasî ku ji bajarê Sinê ye, li Teharanê li navçeya Şariyarê dema li mala mirovekî xwe mêvan bû, polîs avêtin ser malê û wî xistin bin çav.

Li gor ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê Hengawê; piştî Kejwan Elmasî xistine binçav ji piştê de lê xistine û wî şehîd kirine. Kejwan Elmasiyê 30 salî roja pêncşema borî hatiye qetilkirin û pêre yek kes birîndar bûye lê navê wî nehatiye zanîn.

Malbata Elmasî bo dadgeha Şariyarê seredan kirine da qatilên Elmasî bên girtin û darizandin. Li gor ragihandina Hengawê; piştî pêvajoya qanûnî qedandine, cenazê Elmasî îro teslîmê malbata wî kirine.

Kejwan Elmasî bi sedema rewşa debara malbata wî xweş nebû, çûbû Tehranê û li wê derê dixebitî da debara mala xwe bike.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?