Rejîma Îranê 36 sal berê 59 ciwanên kurd qetil kir

Beriya 36 salan 59 ciwanên kurd ên ji Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta ku alîgirtîya partîyên kurdan kirine, ji alîyê rejima Îranê ve hatin gulebarankirin.

Berîya 36 salan 59 ciwanên kurd ên ji Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta ku alîgirtîya partîyên kurdan kirine, ji aliyê rejima Îranê ve hatin gulebarankirin.

Piştî şoreşa gelan 1979an û hatina hêzên Îslamî li ser hikûmê dibin serokatiya Xumeynî de, gelê kurd li dijî vê desthilatdariyê bû. Di referandûma Ji bo Komara Îslamî belê yan na de kurdan 'dengê na' bikaranîn.

Ji bona wê gelê kurd û partîyên kurdan li dijî kîna desthilatdarî derketin û li herêmê şer rûdan. Rejimê ji bo tunekirina berxwedaniya gelê kurd bi hezaran leşker anîn herêmê.
Di wê pêvajoyê de gelek ciwanên kurd ên ji Mihabadê di girtîgehên rejima Îranê de girtîbûn.

Rejima Îranê Gulana 1979an li Girtîgeha Tebrîz 59 ciwanên Mihabadî di nava çend deqeyan de dadgehkirin û sizayê bidarvekirinê li wan birîn û di heman girtîgehê de gulebaran kirin.
Lê nûçeya gulebarankirina van ciwanan di roja 2ê Hezîrana sala 1979an de bi fermana qeymeqamê Mihabadê hate belavkirin.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!