Rêbwar Talebanî: Rewşa Kerkûkê her diçe xirabtir û metirsîdartir dibe  

.

Serokê rewa yê encumena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî got, ji piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017an ve heta niha rewşa Kerkûkê her mîna xwe ye û ti xebateke normalbûnê li wir nehatiye kirin. Talebanî destnîşan kir, rewşa Kerkûkê her diçe xerabtir û metirsîdartir dibe.

Serokê encumena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Em li bendê bûn rêkeftinek mîna ya Şingalê, li ser Kerkûkê jî were kirin lê wisa xuya dike rêkeftina Şingalê serkeftî nebûye. Hewlêr û Bexda dixwazin arîşeyên Şingalê çareser bikin lê hêzên derve û navxwe nahêlin. Ew dixwazin her dem alozî û kirîz hebe da ku hebûna xwe bidomînin.”

Derbarê xebatên normalkirina rewşa Kerkûkê de jî Rêbwar Talebanî got, “Komîteyek ji bo normalkirina rewşa Kerkûkê hatibû avakirin. Wê komîteyê ti gavek neavêtiye. Hikûmetên Kurdistan û Iraqê wisa plan kiribûn ku eger rêkeftina Şingalê serkeftî be li Kerkûkê jî heman gave bavêjin. Lê wisa derneket û rewşa Kerkûkê jî her ku diçe xirabtir û metirsîdartir dibe.”
 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan