Qeyûmê Qersê Meclîsa Şaredariyê betal kir, hesabê kurdî jê bir

Qeyûmê Qersê Meclîsa Şaredariyê betal kir, hesabê kurdî jê bir

Qeyûmê tayînî Şaredariya Qersê hat kirin Walî Turker Oksuz, Meclîsa Şaredariyê ya ji endamên 5 partiyan pêk dihat betal kir û hesabê medya civakî ya kurdî ya Şaredariyê jê bir. 

Qeyûmê tayînî şûna Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" de hatibû girtin, hat kirin Walî Turker Oksuz, piştî ku xebatên rêveberiya HDP'ê ji Twîttera şaredariyê jê birin, dûre hesabê kurdî yê şaredariyê "@SQerse" jê bir.  

MECLÎSA JI 5 PARTIYAN PÊK TÊ BETAL KIR 

 Hat hînbûn ku qeyûm Oksuz, di heman demê de Meclîsa Şaredariyê ya ji 25 kesan pêk dihat betal kiriye. Meclîsa Şaredariyê ji 10 endamên HDP'ê, 5 CHP'ê, 4 MHP'ê, 3 AKP'ê, 2 DSP'ê û yên din jî, ji endamên serbixwe pêk dihat. 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê