Di çarçoveya pêşîlêgirtina Kovîd-19'ê de qedexeya ji binî ve ku biryara wê hatibû girtin, îro saet di 19.00’an de dest pê kir. Vê qedexeya seranserî wê heta 17’ê gulanê berdewam bike.
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan roja 26’ê nîsanê piştî civîna kabîneya hikumeta xwe eşkere kiribû ku wê tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji saet 19.00’an 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê di çarçoveya pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de qedexeya ji binî ve wê dest pê bike.
QEDEXEYA GIŞTÎ DEST PÊ KIR
Piştî vê daxuyaniya Erdogan, xelkê amadekariyên vê qedexeyê dikirin. Qedexeya giştî ango ji binî ve îro saet di 19.00’an de dest pê kir û wê heta saet 05.00’an ê roja 17’ê gulanê bidome.
Wê di van rojên qedexeya seranserî de her roj ji saet ji 10.00’an heta 17.00’an market vekirîbin, wê firin jî vekirîbîn û her wiha wê lokanta jî dikaribin serwîsên pakêtê bikin.
Vê qedexeya seranserî rastî cejna Remezanê jî tê û wê rojên cejnê hemû qedexekirîbin.
Kurdîstan Haberleri
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir