Qaymeqamê Zumar: Ereb dixwazin posta qaymeqamtîyê jî ji kurdan bistînin!

Qaymeqamê nahîya Zumar ya Şingalê ragihand, erebên Zumarê dixwazin posta qaymeqamtîyê jî ji destê kurdan derxînin!

Navenda Nûçeyan - Qaymeqamê nahîya Zumar ya Şingalê, Ehmed Ceifer ji BasNewsê re got, ev demek e erebên Zumar bi alîkarîya komek parlementerên Iraqî dixwazin posta qaymeqamtîya Zumarê ji destê kurdan derxînin.

Ehmed Ceifer her wiha got, helbet em vê yekê qebûl nakin ji ber ku ev post bi dengên welatîyên Zumar ketîye destê kurdan.

Qaymeqamê Zumar da zanîn, heta niha herî kêm 100 polîs û berpirsên kurd li devera Zumar ji alîyê ereban ve hatine dûrxistin û li şûna wan ereb hatine danîn.

Bi gotina qaymeqamê Zumar, ereb dixwazin demografîya Zumarê biguherînin lê ewê nehêlin û divê hikûmetê Iraqê jî pêşîya vê yekê bigire.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist