PYNKê bang li civaka navdewletî kir: Rê nedin Tirkiye û çekdarên ser bi wê êrîşî Eyn Îsa bikin

.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser wê ve li ser Eyn Îsayê şermezar dikin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi gavên praktîkî rê li ber êrîşên Tirkiyê û çekdaran bigirin.

Îro nûnerên partiyên PYNKê li bajarê Qamişlo di konferanseke rojnamevanî de êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar şermezar kirin û ragihand, ji dawiya Mijdara borî ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi armanca dagîrkirina nahiya Eyn Îsa, wê bi çekên giran topbaran dikin.

Di daxuyaniya PYNKê de hat, “Ev êrîş wê yekê tekez dike ku Tirkiye pabendî ti rêkeftin û hevtêgihîştinên agirbestê nabe. Bi vê yekê re jî, pirs li ser çarenivîsa hevtêgihîştinên Amerîka – Tirkiye û Rûsya – Tirkiyê tê kirin. Ji dema ragihandina agirbestê ve, Tirkiye êrîşên xwe li ser bakurê rojhilatê Sûriyê ranewstandine.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “Em baş dizanin ku armanca Tirkiyê ji van êrîşan ew e, herêmine din li bakur û rojhilatê Sûriyê dagîr bike. Di vê rewşê de jî, pêwîst dike ku civaka navdewletî destêwerdanê bike, da ku rê li ber wê yekê bigire û sînorekê ji Tirkiyê re deyne.”

Partiyên PYNKê dibêjin: “Rêgiriya li êrîşên Tirkiyê divê ne tenê bi riya daxuyaniyên şermezarkirinê re bin, belkû divê civaka navdewletî helwesteke yekalîker û bi bandor bistîne û gavên praktîkî li ser erdê bavêje, bi taybet li hember tawanên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li herêmên dagîr kirine dibin, wek tawanên kuştin, revandin, koçkirin, guhartina demografî û qirkirina netewî.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Em wek partiyên PYNKê êrîşa Tikriyê li ser Eyn Îsa û gundên şermezar dikin. Di heman demê de jî baweriya me bi wê yekê heye ku pêkhateyên deverê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikarin rûbirûyî her êrîşeke dijminane bibin û berevaniya rewa li xwe bikin. Herwiha bang li civaka navdewletî dikin ku bi praktîkî tevbigere û sînorekê ji dagîrkeriya Erdogan re deynin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê