PYD: Tevî zehmetiyan di diyaloga kurdî de berdewam in

.

Berdevka PYDê tekez dike, tevî ku gelek zehmetî hene û hin tişt bandorê li diyalogê dikin, lê ew ê di diyalogê de berdewam bin. 

 Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, tevî ku gelek zehmetî hene, lê di diyaloga Kurdî- Kurdî de berdewam in.

Berdevka PYDê Sema Begdaş ji K24ê re ragihand, di dema dawî de diyaloga Kurdî – Kurdî rawestiyabû, ji ber ku aliyê serperiştiya diyalogê dikir (Amerîka) ne amade bû.

Herwiha got: “Di dema bê de diyaloga Kurdî – Kurdî dê berdewam bike. Em wek partiyên PYNKê tevî ku di dema dawî de zehmetî derketin û gelek tişt rû dan ku bandora xwe li ser diyaloga kurdî kirin hebûn, lê em rijd diyalogê berdewam bikin.”

Ev daxuyaniya Berdevka PYDê di demekê de ye, hefteya bûrî hejmarek ji baregeh û nivîsgehên ENKS û partiyên wê li rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên çekdarî û şewitandinê hetibûn. ENKSê jî grûpên çekdar ên ser bi PYDê ve bi wan êrîşan tomatbar dike.


 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin