"PYD bêçare ye divê her me qebûl bikin"

Fermandarê Pêşmergeyên Roj dibêje ew hêzek in ku di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûn lê PYD rêgir e ji vegera wan re bo Rojavayê Kurdistanê, lê PYD bêçare ye divê her hêza wan qebûl bike.


Fermandarê Pêşmergeyên Roj dibêje ew hêzek in ku di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûn lê PYD rêgir e ji vegera wan re bo Rojavayê Kurdistanê, lê PYD bêçare ye divê her hêza wan qebûl bike.

Fermandarê Pêşmergeyên Roj Mihemed Receb ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD xeletiyeke mezin kir dema Pêşmergeyên Roj qebûl nekir. Me ti carî negotiye em bedîl in ji PYDê re. Em dibêjin em û PYD bo hev re Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Ji ber şaşîtiya wan jî beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê ku Efrîn e, ji dest çûye.”

Mihemed Receb wiha got: “Amerîka navbeynkarî kir di navbera PYD û ENKSê de ji bo çûna Hêzên Pêşmergeyên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê lê PYD ew yek qebûl nekir. Me jî qebûl nedikir ku em biçin û bikevin bin destê wan de. Me dixwest ku em bi hevre kar bikin ji bo axa Rojavayê Kurdistanê.”

Receb wiha domand: “Me qebûl nedikir ku em biçin Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina axa Dêra Zorê û Reqa, hizra me cuda bû. Lê gelek xalên hevbeş jî di navbera me de hebûn lê wan hertişt têk da.”

Wî fermandarê Pêşmergeyên Roj ragihand: “Îro be yan sibe be, emê her vegerin Rojavayê Kurdistanê. Em naxwazin bi şer biçin Rojavayê Kurdistanê û PYD bêçare ye û divê her me qebûl bike. Em hemû zarokê Rojavayê Kurdistanê ne,”
 

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in