Pûtîn fermana amadekirina pêsniyarên ceribandinên çekên atomî da

.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya hefteya borî ku gotibû Amerîka wê dîsa dest bi ceribandinên çekên atomî bike, ferman da rayedarên payebilind ên rûsî ku ji bo ceribandinên çekên atomî yên mimkun pêşniyaran amade bikin.

Pûtîn diyar kir ku Rûsya her dem bi dilsozî pabendî erkên xwe yên di Peymana Qedexekirina Giştî ya Ceribandinên Nukleer de maye, lê belê eger Amerîka yan jî her hêzeke nukleer vê ceribandinê bike, Rûsya jî dê heman tiştî bike.

Pûtîn wiha got: "Ez fermanê didim Wezareta Derve, Wezareta Parastinê, servîsên taybet û saziyên sivîl ên têkildar ku her tiştî bikin da ku agahiyên zêdetir li ser vê mijarê kom bikin. Ew agahî li Encumena Ewlekariyê bêne analîzkirin û pêşniyaran pêşkêş bikin ji bo destpêkirina xebatên mimkun ên ji bo amadekirina ceribandinên çekên atomî."

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin