PSK: Em êrîşa Hewlêrê bi tundî şermezar dikin!

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ji bo bûyera êrîşa çekdarî ya duhî li Hewlêrê pêk hatîbû, daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ji bo bûyera  êrîşa çekî ya duhî  li Hewlêrî pêk hatîbû, daxuyanîyeke nivîskî  belav kir.
PSKê  di daxuyaniyê de bûyera pêkhatî şermezar kir û sersaxî  ji malbata kesên ku di êrîşa çekî de  jiyana xwe ji dest dane re xwest
Daxuyaniya PSKê:

Armanca Êrîşa Hewlêrê Aramî û Asayiş e

Nasnameyên êrîşkar çi dibin bila bin, armanca erîşê, ku li paytextê Herêma Kurdistanê bo ser restoranek hatiye kirin, aramî û aşayişa Herêma Kurdistan e, pêkvejiyan e.

Bê guman êrîşa hanê ne yêkan e. Berê jî êrîşa bi vî rengî hatiye çêkirin, lê belê negihîştine armanca xwe. Êrîşa vê care jî wê negihîje armanca xwe.

Em bi tundî erîşa hanê û hêzên tarî û nehezên Kurd yên ku li pişt vê êrîşê ne, mehkum dikin. Serxweşiya xwe pêşkeşê malbatan, ku bûne qurbane erîşa hane dikin û şîrîkê xema wan in, daxwaza şifayê xêrê bo birîndaran dikin.

Divê hêzên asayişa Herêma Kurdistan êrîşkaran û hêzên tarî yên ku pişta vê erîşe ne, eşkere bikin.

17 Tîrmeh 2019

Partiya Sosyalîst a Kurdistan
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?