Price: Em ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên li bakurê Sûriyê nîgeran in

.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di derbarê zêdebûna çalakiyên serbazî yên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê de, nîgeraniya xwe ragihand û daxwaz kir ku agirbest neyê xerakirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de li ser plana Tirkiyê ya ji bo encamdana operasyoneke din a serbazî li Rojavayê Kurdistanê axivî û da zanîn: “Em ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên li bakurê Sûriyê nîgeran in û em piştevaniya parastina agirbestê dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, hefteya borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku di demeke nêz de li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyoneke din a serbazî ya bi kûrahiya 30 kîlometreyî dikin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?