Pompoe: Eger WHO xwe neguhere em ê ti alîkarîya wê nekin

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku divê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) di sîstema xwe de guherînên mezin çêke.

Navenda Nûçeyan - Pompeo da zanîn ku ger WHO xwe neguherîne dibe ku Amerîka careke din bi ti awayî alîkarîya wê rêxistinê neke.

Serok Donald Trump hefteya borî gotibû ku WHO piştgirîya Çînê dike û alîkarîya diravî ya bo wê rêxistinê rawestandibû.

Herwiha Pompeo got: Amerîka belkî careke din bi ti awayî nehêle ku bacên Amerîkîyan ji WHO re here.

WHO îdiayên berpirsên Amerîkî red dike û Çîn jî dide zanîn ku wan ser vîrusa korona tiştek veneşartîye.

Amerîka di sala 2019an de pirtir ji 400 mîlyon dolar alîkarî dabû WHO ku ew 15 ji sedê budçeya wê rêxistinê ye.

Amerîka Haberleri

FT: Îran û Rûsyayê li ser sîstema parastina asmanî bi dizî li hev kir
Eraqçî: Me bi Amerîkayê re li ser prensîbên giştî li hev kir
Piştevanîkirin li banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî berdewam e
Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê