Polîtburoya YNKê serxweşî li Polîtburoya PDKê kir

.

 Bi boneya koça dawî ya endamê polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys, polîtburoya YNKê serxweşî li polîtburoya PDKê kir.

Îro 15.02.2021ê polîtburoya YNKê peyamekî ve serxweşî li PDKê kir û di peyamê de hat ragehand: ‘’Bi mixabiniyekî mezin ve me koça dawî ya endamê polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys me bîhîst. Dr. Roj Nûrî Şaweys tekoşer û siyasetmedarekî bi ezmûn bû. Beşekî zêde yê temenê xwe ji bo xebat, tekoşîn û xizmeta siyasî û rêveberina erkên hikûmetê derbas kir. Lê mixabin me ew ji dest da.’’

Herwaha di beşeke din a peyama YNKê de hat gotin: ‘’Em serxweşiyê li we birêzan û temamê endamên malbata Nûrî Şaweys dikin û em xwe wek şirîkê xema we dizanin. Ji xwedayê mezin daxwaz dikin nexwaşiya we ya dawiyê be.’’

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?