Polîtburoya PDKê spasnameyek belav kir

.

Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê spasiya kes û aliyên ku li hember êrîşa baskê 5 ê PDKê li Bexdayê helwest nîşan dane kir.

Spasnameya Polîtburoya PDKê wiha ye;

Spasnameyek li politburoya PDKê ve

Di heyama borî de çend grubek beredayî û yên ji yasayê derketine êrîş kirin ser binkeyê partiya me ya li Bexdayê, mixabin derveyî şewitandina binkeyê me, bêrêzî li hember Al a gelê Kurdistanê kirin. ji ber wê jî gelek kesayet û aliyên siyasî û civakî yên Iraq û Kurdistanê herwaha nûnerên dîplomatîk û hikûmetên welatan ew kare şermezar kirin. çi bi beyanameyan an jî çi bi nivîskî be, yan bi peyam û yan jî telefonê ve li hember wî karî bêzariya xwe nîşan dane. Ji ber wê jî bi navê polîtburoya PDKê û rêveberiya partiye em spasiya wan hemû aliyan dikin û wî helwêstî teqdîr dikin ku amajeye bo rêzgirtina li yasa û destur û kevneşopiya pêşkeftinê û rêzgirtine li maf û azadî û pîroziyên alî û gelên din.  

Reftarên wan çend grubên ji yasayê derketine ku bêrêzî li hember Al û pîroziyên xelkê din dikin û aloziyê çêdikin, nîşan dide ku ji dil ve pir kindar in û paşketîbûneke mezin a siyasî û civakî û çandî wan heye, karê ku dikin jî rengdana hestên dijî azadî û mafên gelane. Berdewama wê çanda nemirovî ya enfal û kîmyabaran û 4500 gundên Kurdistanê şewitandine û berdewama wê siyasete ye baweriyek bo xwe çêkirine ku hemû pîrozî li gel wan, hemû rastî li gel wan û nirx bo pîrozî û rastî û azadî û nirxênn mirovî dananên pir bi aşkera û hewla binpê kirina maf û azadiyên xelkên din didin û tecawizî ser pîroziyên gelan û xelkê din didin.

Dubare spasiya wê hestên birêz ên hemû aliyan dikin û amaje bo mezinî û gelek kes û aliyên din ku dijî reftar û kiryarên paşkeftî û dûr li nirxê mirovîyê ne.

Politburoya PDKê

01.11.2020

 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)