Polîs ketine nava avahiya Migros Depoyê, karker desteser kirine

.

Polîs ketine nava avahiya Migros Depoyê ya ku karkeran çalakî lê li dar dixist û nêzîkî 150 karker û 3 rêveberên sendîkayê desteser kirine. Kesên desteserkirî, saetên dereng, serbest bûne.

Karkerên li Migros Depoyê kar dikin, çend roj in ji bo mehaneyên wan zêde bibe, çalakiyê li dar dixin. Duh bi şev polîs ketine nava avahiyê ku li Esenyûrtê, navçeya Stenbolê ye. 

Polîsan karker dorpêç kirine û ew ji avahiyê derxistine. Tevlî Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Depo, Lîman, Tersane û Behrê (DGD-SEN), du rêveberên sendîkayê, 150 karker hatine desteserkirin. 

Desteserkirina karkeran li ser medyaya civakî hatiye protestokirin. Li ser Twitterê bi hashtaga "Mafan bide Migros depo" û "Migros boykot" mesaj hatin weşandin. 

Polîsan karker û rêveberên sendîkayê birine Qereqola Kiraçê û derengê şevê ew serbest kirine. Karkeran paşê daxuyanî daye û gotiye "Em ê dîsa werin, em ê qet dest ji berxwedanê bernedin."

Karker çi dixwazin?

Karkeran di 3yê Sibatê de dest ji kar berdan. Karkerên Migros Depoyê daxwaza van tiştan dikin:

  • Bila heqdest serê saetê 4 TLyî zêde bibe 
  • Bila sîgorta fermî bibin
  • Bila tedbîrên tenduristiya karkeran û ewlehiya karî werin standin

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor