Podcastkurdîyê dest bi weşanê kir

Weke weşaneke medyayî podcastê ya li Ewrûpa, Amerîka û gelek welatên cihanê berbelav bûye êdî li nava kurdan jî bi cîh dibe. Platforma Podcastkurdîyê dest bi weşanê kir.

Navenda Nûçeyan - Îro roja şemîyê 21.03.2020an di sersala nû ya kurdî de ango bi hatina Newrozê re Podcastkurdîyê bi dirûşmeya “Ev der Podcastkurdî ye û Podcastkurdî qise dike” li platformên podcastan yên weke Spotify, SoundCloud, GooglePodcast û hwd… û ji malpera xwe ya bi navê podcastkurdi.com dest bi weşanê kir.

Di yekem weşana xwe de berhevkara û edîtora podcastkurdîyê Roza Sierrayê di bernameya bi navê “Tûrik” de bi serenavê “Di folklora Kurdan de çend varyantên Newrozê” behsa nerîta Newrozê ya di berhemên kurdan de kirîye û şerha wan kronîkên klasikên kurdî kirîye.

Herwiha rojnameger û edîtorê podcastkurdîyê Mevlüt Oğuz jî di bernameya xwe ya bi navê “Derkenar” de bi sernava “Ji Radyoya Erîvanê heya Podcastkurdîyê: Panoramayeke giştî ya podcastên Kurdî” podcastek pêşkêşî guhdaran kirîye û behsa azmûna Kurdan ya di weşangerîya radyoyayan û podcastan kirîye.

Li alîyê din rojnameger Hozan Adar jî di bernameya xwe ya bi navê “Çîrokên Rojnamegeran” de hevpeyvînek ligel rojnamegerê xwedî azmûn li Bakurê Kurdistanê Mahmut Bozarslan re çêkirîye û cih daye serborîyên Mahmut Bozaraslanî yên rojnamegerîyê.

Rojnameger Mehmed Salih Bedirxan jî di bernameya xwe ya bi navê “Rabêj” de bi sernava “Korona li Rojhilatê Kurdistanê” podcastek amade kirîye û ligel Berpirsa Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê Jîla Mostajerê re hevpeyvînek amade kirîye û rewşa dawî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê beramber rûbirûbûna Koronayê raberî guhdarên Podcastkurdîyê kirîye.

Sînameger û lîstikvana Kurd Fatoş Yildizê jî di bernameya “Kadraja Kurdî” de podcastek bi serenavê “Dîroka sînemaya cîhane û ya sînemaya Kurdî” podcastek amade kirîye û tê de behsa ezmûna kurdan a sînemayê, rewşa dawî ya sînmeya Kurdî kirîye.

Podcastkurdîyê armancên xwe wiha aşkere kirîye:

Ev hewla me di demekê de ye ku li seranserî cîhanê û Kurdistanê, veberhênaneke zêde bo medyayê tê kirin bi podcastkurdîyê em dixwazin, nûçe-analîz, zanyarî û geşedanên dawî derbarê sîyaset, huner, sînema, kultura kurdî de bigihînin we.

Bi kurtî û kurdî em dixwazin rojnamegerîyê bi peyva kurdîyê têxin kerîneka guhê we.

Em ê bi nûçe- dosya û nûçe- analîzan hewil bidin xumama li ser bûyaran bidin alî.

Helbet derbarê edebîyat, huner, sîyaset, sînema, werziş û jîyanê de hevpeyvînên me hebin.

“Bila guhê we li me be!”

Lîjneya Weşanê

  • Mahmut Bozarslan
  • Hatice Kamer
  • Murat Bayram

Koordînatorên Giştî

  • Rabia Çetin
  • Mehmed Salih Bedirxan

Derhênerê teknîkî

  • Hozan Adar

Editorên Podcastkurdîyê

  • Fatoş Yildiz
  • Mevlüt Oğuz
  • Roza Sierra

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê