Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin

.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê, xwest xebatkarên tenduristiyê yên di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatine binçavkirin bên berdan. 

Platforma Tenduristiyê ya Amedê, derbarê xebatkarên tenduristiyê yên di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatin binçavkirin de, li avahiya Odeya Bijîşkan civîna çapemeniyê  lidar xist.  

Endamê Konseya Navenda TTB’ê Halîs Yerlîkaya û nûnerên rêxistinên tenduristiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Seroka Odeya Bijîşkan Elîf Tûran di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di operasyona binçavkirin de, endamê Lijneya Rûmetê ya TTB’ê Dr. Şeyhmûs Gokalp, Dr. Ozgûr Şahîn, Hemşîre Bêrîvan Apaçik, Pisporê Xizmeta Civakî Umît Çetîner û Pisporê Xizmeta Civakî Serkan Delîdere hatin binçavkirin. Desthilatdarî dixwaze bi destê hiqûqê, zextên giran li rêxistinên girseyî yên demokratîk û pîşeyî bike. Divê desthilatdarî dest ji van kiryarên xwe berde û êdî ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Lazime ku hempişeyên me yên hatin binçavkirin tavilê bên berdan.”

Piştî axaftinê, daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû. 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?